Yekitiya Ewropayê jî, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê da û got: Astengiyên li pêşiya demokrasiya herêmî rake.
Her wiha Yekitiya Ewropayê (YE), bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê da.
Li gorî nûçeyeke di DW Tirkî de Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewleh û Alîkarê Serokê Komîsyona YE’yê Josep Borell, diyar kiriye ku tayînkirina qeyuman a ser şaredariyên di destê muxalefetê de ew xistine nav gumaneke kûr.
Li gorî nûçeyê Borrell, zextên ku ji aliyê hikûmetê ve li ser HDP’ê tên meşandin jî bi bîr xistiye û têkildarî mijarê ev tişt gotiye:
Divê ku hikumeta tirk li dijî terorê, li gorî Destûra Bingehîn, hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û mafên bingehîn têbikoşe.
Divê hikûmet hemû astengiyên li pêşiya demokrasiya herêmî ji holê rake.
Konseya Ewropa: Qeyûm li dijî gel û demokrasiyê heqarete
Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape jî bi daxuyaniyekê nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got,
Qeyûm heqaret e li hilbijêr û demokrasiyê.