Hefter: Em ê parastina serwerî û yekîtiya welat bidomînin

Serkêşê Artêşa Niştimanî yê Lîbyayê, Mûşîr Xelîfe Hefter di rûniştina bi balyozê Almanî re got, ew ê parastina serwerî û yekîtiya welat bidomînin. Eşerîyên neviyên Omer Muxtar jî ragihandin ku wê li dijî dagirkeriya dewleta tirk têkoşîna xwe dewam bikin.

Serkêşê Artêşa Niştimanî yê Lîbyayê, Mûşîr Xelîfe Hefter, li nêzî bajarê Bengaziyê bi balyozê Almanyayê, Oliver Ovchakiv, derbarê Insiyatîfa Qahîrayê ya ji bo çareseriya li Lîbyayê nîqaş kirin.

Xelîfe Hefter di rûniştinê de ji ber piştgiriya bi aştiya Lîbyayê re spasiya Almayayê kir.

Hefter, teqez kir ku wê Artêşa Niştimanî hewildanên xwe ya parastina serwerî û yekîtiya welat bidomîne.

Çavuşoglu: Em bi ti awayî “Insiyatîfa Qahîrayê” qebûl nakin

Ji aliyê xwe Dewleta Tirk bi devê Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku ew bi ti awayî “Insiyatîfa Qahîrayê” ji bo çareseriya li Lîbyayê qebûl nakin.

Çavuşoğlu got:

Ev insiyatîfa tenê ji bo rizgariya Xelîfe Hefter ê di binketinên wî yên li ser erdê de ye.

Neviyên Omer Muxtar: Wê li dijî dagirkeriya Tirk têkoşîn dewam bike

Duh Erdogan di axaftineke xwe de gotibû:

“Neviyên Omer El-Muxtar ên li Lîbyayê şerê terorîstên ku hatine welatê wan dikin, ji bo wê jî wê Tirkiyê piştigiyra Hikûmeta Wîfaqê bidomîne.”

Îro jî, Meclisa rûspiyên Bair El-Eşehb ku ji cihê jidayîkbûna Omer Muxtar in ev bersiv dan Erdogan.

“Em in neviyên Muxtar û li dijî dagirkeriya Tirk wê têkoşîna me dewam bike.”

Artêşa Nişitmanî êrîşên hikûmeta Wîfaqê li ser Sêrtê şkandin

Li aliyeke din ser erdê jî, îro Artêşa Nişitmanî ragihand ku wan êrîşên çeteyên hikûmeta Wîfaqê a Ixwana Mislimîn a li ser bajarê Sêrtê şikdandin.

Artêşa Nişitmanî ragihand ku hêzên wan balafireke Tirkî ya bêmirov li nêzî bajarê Sêrtê xist xwarê û 50 çete jî li derdora bajêr girtin.

Artêşa Nişitmanî eşkere kir ku li hemû eniyên Sêrtê hêzên xwe li dijî êrşên hikûmeta Wîfaq a Ixwanî zêde dike.

Artêşa Nişitmanî her wiha hedefgirtina çeteyên dewleta Tirk li eniyên rojhillatê Mesratê ragihand.

Back to top button