Meclisa gel a gundê Borik ê Şengalê, bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin

Meclisa Gel a Gundê Borik ê Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana şêniyên Şêladizê silav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş, ne tenê li dijî gelê Êzidî, li dijî tavahî gelên azadî û aştîxwaz in û ramanca wan, jiholêrakirina çanda gelên herêmê ye.

Meclisê her wiha bang li hikumeta Iraq û gelên herêmê kir ku li hemberî projeyên dijmin û dagirkeran bêdeng nemînin.

Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî, êrîşên qirker şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî, bi meşeke girseyî êrîşên qirker ên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di meşê de, bang li hemû Kurd û hêzên siyasî hat kirin ku li dijî dagirkeriyê dest bi têkoşîneke hevpar bikin.

Şêniyên derbendîxanê, êrîş û komkujiyên Tirkiyê şermezar kirin

Di heman çarçoveyê de, şêniyên navçeya Derbendîxanê jî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî destdirêjiya dagirkeriyê bibin xwedan yek helwestê.

Şêniyan her wiha bang li hikumeta Başûr jî kir ku li dijî faşîzma AKP’ê helwesta xwe nîşan bidin.

Back to top button