Selman Barûdo: Rêveberiya Xweser heta niha 340 hezar ton genim û 60 hezar ton ceh wergirtine

Hevserokê Desteya Aborî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo ragihand ku Rêveberiya Xweser wê 500 hezar ton genim werbigre û diyar kir ku bihayê genim ji aliyê cotkaran ve weke gaveke baş hate nirxandin.

Selman Barûdo diyar kir ku heta niha wan zêdetirî 340 hezar ton genim ji cotkaran li 23 navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtine.

Barûdo destnîşankir ku wan li 5 navendên din jî 60 hezar ton ceh ji cotkaran wergirtine.

Selman Barûdo piştrast kir ku armanca Rêveberiya Xweser ewe 500 hezar ton genim werbigre.

Navendên wergirtina genim heta niha vekirî ne û genim ji cotkaran tên wergirtin.

Back to top button