Dagirkeriya Tirk êrîş birin ser gundên Eyn Îsayê

Dagirkeriya Tirk êrîş birin ser gundên Eyn Îsayê, di encamaê de agir bi zeviyên herêmê ket.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên êvarî de gundê Hoşanê yê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Dagirkeran li rojavayê Eyn Îsayê jî Tesîsên Bêhnvedanê yên Saqîrê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev jî agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Qasimiyê yê Til Temirê xistin.

Şewat berfireh bû, zeviyên gundê Rîhaniyê û derdora wê da ber xwe.

 

Back to top button