Yuksekdag: Darbeya siyasî didome û em mexdurên darbeya ku li huquqê hatiye kirinin

Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, di doza ku girtî jê tê darizandin de parastina xwe kir û diyar kir ku darbeya siyasî didome û girtina wan berhema darbeya siyasî ye.

Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, di doza ku girtî jê tê darizandin de li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê parastina xwe kir.

Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşîna xwe ya 19’emîn bû.

Parêzerên wê û parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Kemal Pek-goz û Mahmût Tgrûl jî tevlî danaşînê bûn.

Dosya doza ku li Fîgen hatiye vekirin ji 7 fezlekeyan pêk tê. Li gorî dosyayê ji 30 salan heta 83 salan ceza tê xwestin.

Di daneşînê de Figen bi van gotinan parastina mafê xwe kir;

“Girtina me berhema darbeya siyasî ye. Darbe hê jî didome. Di ser darbeyê re 4 sal derbas bûn û negihîşt serkeftinê. Derket holê ku herî zêde li pergala

Back to top button