Wezareta parastinê ya Iraq û Pêşmerge civiya

Wezareta Parastinê ya Iraqê û Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê civiyan.

Berdevkê operasyonên hevbeş yên Iraqê got ewê bi pêşmergeyan re ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ’ê bixebitin.

 

Wezareta Parastinê ya Iraq û Wezareta Pêşmerge a Herêma başûrê Kurdistanê bi armanca rewşa ewlekarî ya herêmên bi nakok guftugo bikin, civiyan.

Piştî civînê Berdevkê Operasyonên Hevbeş yên Iraqê Tehsîn Xefacî daxuyaniyek çapemeniyê da.

Tehsîn Xefacî got, lihevkirina navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de wê bandora xwe li dawî anîna DAIŞ’ê bike.

Tehsîn da zanîn di vê dema ku liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûyî de, Artêşa Iraq û pêşmerge wê bi hevre kar bikin.

Berdevkê operasyonên hevbeş yên Iraqê Tehsîn behsa naveroka civîna her dû aliyan nekir, lê da zanîn ku ewê di rojên pêş de li ser naveroka civînê agahî were belavkirin.

Back to top button