Polîsan rê neda malbatên şehîdên Pirsûsê çalakîya bîranînê lidar bixin

Beriya niha bi 5 salan li Pîrsûsê çeteyên DAIŞ yên dewleta tirk a dagirker komkujiyek pêk anîn. Di encamê de, 33 ciwanên sosyalîst şehîd bûn.

Ji bo şehîdên komkujiya Pirsûsê îro Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê xwestin li ber Navenda Çandê ya Amara çalakîya bîranînê li dar bixin. Lê polîsên faşîzma AKP’ê careke din malbat asteng kirin.

Partî û rêxistinên bakurê kurdistan û Tirkiyê bi daxuyaniyan gotin bila meclis bûyera Pirsûsê ronî bike.

20’ê Tîrmeha 2015’an 300 ciwanên Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, (SGDF) bi banga “Me bi hevre Kobanê parast em ê bi hevre ava bikin” ji çar aliyên Tirkiyê berê xwe dan navçeya Pirsûs a Rihayê.

Ciwanan xwestin pêlîstokên ku ji bo Zarokên Kobanê kom kirine, bigînin destê wan.

Dema ciwan saetên nîvro li pêş Navenda Çandê ya Amara daxuyanî didan û xwestin biçin Kobanê, çeteyên DAIŞ’ê yên bombe li bedena xwe pêçabûn, xwe di nava ciwanan de teqandin.

Di teqînê de, 33 ciwanan şehîd û 104 jî birindar bûbûn.

Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê xwestin bi boneya salvegera 5’an ya komkujiya Pirsûsê li ber Navenda Çandê ya Amara çalakîya bîranînê li dar bixin.

Lê polîsên AKP’ê rê neda çalakgeran.

HDP: Bila meclis komkujiya Pirsûsê ronî bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî pêşniyarname da Meclîsê û xwest komkujiya Pirsûsê ronî bikin û komkujiyên din ên mezin jî derxin holê.

HDP’ê anî ziman ku berpirsiyariya dîrokî ye ku meclîs komkujiya Pirsûsê û komkujiyên din ronî bike û bi van rastiyan re hevrû bibe.

HDP’ê da zanîn ku tevî 5 sal di ser komkujiyê re derbas bûn jî hê jî ti gavên ronîkirinê nehatine avêtin û lêpirsînek çalak nehatiye kirin.

HDK, DBP û ÎHD: Em ê xeyalên şehîdên Pirsûsê zindî bikin

HDK, DBP û ÎHD’ê têkildarî komkujiya 33 ciwanên 5 sal berê li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin şehîdkirin daxuyanî dan û 33 ciwanên şoreşger bibîr anîn.

Rêxistinan komkujî şermezar kirin û anîn ziman ku ew ê xeyalên wan ciwanan zindî bikin.

Back to top button