WHO: Corona bi awayekî lez dîsa belav dibe

Saziya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê-WHO îro bi daxuyaniyek ragihand ku bi giştî li cîhanê vîrûsa Corona bi awayekî lez dîsa belav dibe.

Rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê-WHO Tedros Adnum Giberisus daxuyaniyek da û
diyar kir ku yek jî rewşa herî xeter û awarte vîrûsa coronaye.

Tedros Adnum Giberisus destnîşan kir ku li gor raporên di destê wan de heta niha nêzî 16 milyon kes bi giştî cîhanê de vîrûsa coronayê ketine û zêdetirî 640 hezar kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Giberisus dazanîn ku corona bi awayek lez dîsa belav dibe û ev tişt anî ziman:

Vîrûsa bi lez belav dibe.

Bi taybet ev 6 hefteyên dawî jimare pêketiyên corona 2 qat zêde bûye.

Divê hemû dewlet li hember vê rewşa xeter tedbîrên pêwîst bigrin.

Back to top button