Li balafirgeha Misratayê ya Lîbyayê şewat derket

Li bajarê Misrata yê Lîbyayê, agirekî mezin bi holeke balafirgeha bajêr ket. Di çarçoveya operasyona ‘IRINI’ ya YE ku ji bo çavdêriya derbaskirina çekan bo Lîbyayê dabû destpêkirin de jî, keştiyeke Almanyayê berê xwe da Deryaya Spî.

Duh êvarî agirekî mezin bi holeke balefirgeha Misratayê ket û hol bi temamî wêran bû.

Piştî bûyerê, hin nûçeyan eşkere kir ku ev şewat bi zanebûn ji aliyê gelê Misratayê ve hatiye kirin, da ku balafirgeh ji xizmetê derkeve.

Li gorî agahiyan, di her du rojên dawî de, ji ber bikaranîna zêde ya balefirgehê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, vîrûsa corona bi awayekî mezin li bajêr belav bûye.

Şemiya borî, 114 rewşên corona li bajarê Misratayê hatin tomarkirin, her wiha di 24 saetên dawî de jî, 216 rewşên nû derketin.

Tê zanîn, dewleta Tirk balafirgeh û bendergehên Misratayê ji bo veguhestina çek û çeteyan bo hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, bi kar tîne.

Ji bo çavdêriya çekan, keştiyeke Almanî berê xwe da Deryaya Spî

Ji bo derbaskirina van çek û çeteyan jî, YE operasyona ‘IRINI’ dabû destpêkirin, di vê çarçoveyê de, keşteyeke Almanî bi navê ‘Hamburg’ tevî 250 leşkeran, berê xwe da Deryaya Spî.

Ev keştî 15’ê vê mehê digihêje Deryaya Spî û heta 20 Kanûnê li wê derê dimîne.

Ev yek di demekê de tê ku artêşa niştimanî ya Lîbî, amadebûna xwe ji êrîşên çeteyên dewleta Tirk re, ragihandiye.

Back to top button