Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê: Divê Swêd PKK’ê ji lîsteya terorê derxîne

Serokê Duyemîn ê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu diyar kir ku dewleta Swêdê ji ber bûyera kuştina Palme, divê lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ derxîne.

Gorgu diyar kir ku piştî kuştina Palme, Swêd û welatên din ên Ewropayê jî PKK xistin ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ û got:

“Mafê Swêd û Ewropayê nîne ku gelekî weke terorîst ragihîne.

Lê belê ji ber mekanîzmayeke ku Kurdan biparêze nîne, ev yek bi hêsanî kirin.

Derket holê ku ti têkiliya Kurdan bi kuştina Palme tune ye.

Divê em Kurd li dijî Swêdê dozê vekin.

Kemal Gorgu da zanîn ku heta PKK di nava ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ de be, wê Erdogan her gava xwest li ser Kurdan bombeyan bibarîne.

Serokê Duyemîn ê Konseya Aştiyê ya Swêdê bang li hikûmeta Swêdê kir ku lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK’ê ji lîsteya terorîstan derxîne.

Back to top button