“YE” bang li Tirkiyê kir ku yekser dev ji vekolandina nerawa berde

Yekîtiya Ewropayê bang li Tirkiyê kir ku yekser dev ji vekolandina nerawa di Deryaya Spî de berde.

Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê, Josê Borrell, piştî ragihandina Tirkiyê ku wê vekolandina petrol û gazê di Deryaya Spî de bidomîne, berteka xwe nîşan da.

Josê Borrell anî ziman ku Tirkiyê bi kiryarên xwe aloziyan kûrtir dike û aramî û ewlehiya li herêmê têk dibe.

Borrell bang li Tirkiyê kir ku yekser hemû karên xwe yên nerawa di Deryaya Spî de rawestîne û dest bi diyalogan bi Yekîtiya Ewropayê re bike.

Tevî hemû bangên Yekîtiya Ewropayê ku aloziyên di rojhilatê Deryaya Spî de kûtir nebin, îro Tirkiyê ragihand ku ew ê operasyonên xwe yên vekolandinê li deryayê firehtir bike.

Back to top button