Qedexeya derketina derve heta 27’ê mehê hat dirêjkirin

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê, Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê qedexeya derketina derve heta 27’ê vê mehê dirêj kir.

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê jî Şaneya Aloziya ya herêma cizîrê qedexeya derketina derve hata 27’ê mehê dirêj kir.

Şaneyê diyar kir ku xwediyên dikanên pevguherandina pereyan dikarin rojên yekşem û çarşemê ji 8’ê sibê heta 6’ê êvarê dikanên xwe vekin.

Her wiha dikandarên pîşesaziyê jî ji saetên sibê heta 6’ê êvarê dikarin dikanên xwe vekin.

Şaneyê diyar kir ku divê tevahiya dikandaran lepik û maskan li xwe bikin û kombûyîna çênekin, lê heke biryar binpê kirin wê dikanên wan werin girtin.

Back to top button