PAJK: Bîranîna hevrê Leyla wê bibe ronahiya têkoşîna me

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî şehadeta Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Fîlîz Aslan (Leyla Agirî) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bîranîna hevrê Leyla wê bibe ronahî ji têkoşîna me re.

Di daxuyaniya PAJK’ê de wiha tê gotin;

“Hevala me Leyla Agirî ku di têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê de kesayeteke girîng bû û bi jiyana xwe pêşengî kir.

Li gel zor û zehmetiyan, bi coş û moralê şoreşgerî daxwaza xwe ya serketinê her mezin dikir.

Hevrê Leyla jineke xurt ku di artêşbûna jinê de bû xwedî îradeyek bi hêz.

Bi taybetmendiyên xwe yên xurt, bi hişmendiya kûr a welatparêziyê, bi bawerî û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, xwe gihand jinan hemûyan.

Leyla bi her awayî tevlîbûneke çalak, fedakar û pêşeng kir û nûnertiya nasnameya milîtaniya Apoyî kir. Ji ber vê yekê bû hedefa dewleta Tirk a faşîst.

Koordînasyona PAJK’ê di dawiyê de Leyla Agirî û şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha bi dawî kir.

Hevrê Leyla Agirî têkoşîna me ya azadiya jinê ye, ew bûye soza tolhildanê ya serketinê.

Em soz didin ku li ser bîranîna wê em ê şoreşa azadiya jinê pêk bînin.

Back to top button