Dijminatiya dewleta Tirk a li hember zimanê Kurdî

Li Bakurê Kurdistan dijminatiya dewleta Tirk a li hember zimanê kurdî didome.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê karmendekî şarederiyê ji ber ku strana kurdî guhdar dike û parve dike ji kar derxist.

Li Bakurê kurdistanê rojane kiryarên dewleta Tirk ên dijminatiya wiya li hember zimanê kurdî diqewime derdikevin holê.

Vê carê jî bûyer li Mêrdînê pêk hat.

Qeyûmê dagirker yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê karkerê bi navê Îsmaîl Taş ê ku wek baytar di şaredariyê de kardikir bi hinceta ku li ser malpera xwe ya civakî stranê kurdî parvekiriye ji kar derxist.

Îsmaîl Taş, derbarê rewşa xwe axivî û diyar kir ku beriya ku Şaredariya Mêrdînê bibe Şaredariya Bajarê Mezin li şaredariyê dest bi kar kiriye û wiha got:

“Bê ku lêpirsînek qanunî bi din destpêkirin bi hinceta ku min bi straneke kurdî ya li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye “Propagandaya rêxistinê” kiriye min kar derxistin.”

Back to top button