Dagirkeran guhertina demografiya Efrînê kirine karekî serek e

Li Efrîna dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê guhertina demografiya herêmê kirine karekî serek e, li aliyê diN jî li gundên Efrînê û navendê mizgeftan ava dikin û lê hişmendiya xwe ya tundrew belav dikin.

Guhertina demografya Efrînê û nijadperestiya li dijî kurdan, kirineke sereke yê dewleta Tirk û çeteyên wê ye.

Di dengekî yê serçeteyekî dewleta Tirk bi riya watsapê ku bi dest me ket, tê de sucên li dijî kurdan mûkir tê û dibêje:

Emê kurdekî li Efrînê nehêlin, ji 5 saliyê heta 50 salî tev koçber bikin û bikujin.

Dagirker mizgeftan ava dikin û hişmendiya tundrew belav dikin

Minafiqtiya artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roj ji rojê eşkeretir dibe.

Ew di aliyekî de sivîlan direvînin, dikujin û bi ser de jî bi darê zorê koçber dikin û li aliyê din jî bi rêgezên olî ve girêdayî ne.

Dewleta Tirk, çeteyên xwe û Ixwan MIslimîn li her devera Efrînê mizgeftan ava dikin û tê de hişmendiya xwe ya tundrew belav dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê têkildarê vê, raporek parve kir û eşkere kir ku çete li gundê Îkîdema yê Şerayê mizgeftekê ava dikin

Her wiha li gundê Til Tewîl ê Cindirêsê jî çeteyan erdê şêniyekî desteser kir û lê mizgeftê lêdikin.

Tevî ku mizgefta li gundê Qetmê ji beriya 50 salî ve heye, lê dîsa jî çeteyan li wir mizgeftekê ava dikin.

Li gel wê jî çete li gundê Til Hemo yê Cindirêsê û navenda bajêr nêz çerxereya Kewa jî mizgeftan lê dikin.

Di heman wextê de jî ji ber ku meleyê li mizgefta li taxa Mehmûdiyê yê navenda bajêr, gotibû: kirinên ku artêşa Tirk û çeteyên wê pêk tînin li dijî rêgezên olî ne, çeteyan êrîşî wî kirin û bi giranî êşkence kirin.

Dagirkeriya tirk girê celmê yê şûnwarî wêran dike

Li aliyekî din, dewleta dagirker bi armanca qirkirina dîroka herêmê û dizîna şûnwaran, girên dîrokî wêran dikin.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk kolandina girê şûnwarî yê li gundê Celemê de yê navçeya Cindirêsê didomîne, da ku veguherîne baregeheke leşkerî.

Back to top button