Li gel êrîşên hikumeta Şamê li ser Cebel El-Zawiyê ,şer û pevçûn di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê li eniyên gundewarên başûrê Idlibê berdewam dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihad ku duh hêzên hikumetê û çeteyan li gundê El-Riwîha yê başûrê Idlibê êrîşîhev kirin.
Her wiha hêzên hikumetê deverên Benîn ,El-Mûzere ,Sifûhin û gundê El-Bara li Cebel El-Zawiyê topbaran kir.