Şandeyek ji tîma Free Burma Ranger bi armanca şopandina rewşa koçberan, serdana kampa Weşokanî kir.
Şande ji serokê tîmê David Eubank û endamên tîmê yên din pêk hat.
Destpêkê endamên tîmê bi Rêveberiya Kampa Weşokanî re civiyan.
Di civînê de hevseroka kampê Stêra Reşik, girîngirtîn daxwazên koçberan bi bîr xist û got, şênî dixwazin vegerin warên xwe, piştî ku artêşa Tirk û çete derkevin.
Stêra Reşik hêvî kir ku şande azarên koçberan bişopînin û alîkariya wan bikin.
Serokê tîma Free Burma Ranger David Eubank got ku ew ê gelek raporan girêdayî rewşa kampê amade bikin û ragihînin cîhanê.