Dagirkeran careke din êrîş bir ser gundewarê Eyn Îsa û Girê Spî

Piştî şikandina êrişên li dijî gundewarê Eyn Îsayê vê sibehê, artêşa Tirk û çeteyên wê careke din êrîş kir û careke din êrîşa wan hat şkandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê di saetên şevê de, bi çekên giran û moşekan gundê Dibis û Fasta yên gundewarê Eyn Îsayê topbaran kirin

Li gorî agahiyên ji deverê, QSD’ê bersiva êrîşan da û êrîş têk bir û baregeheke artêşa Tirk a nêzî herêmên şer, teqand.

Her wiha hem wextî vê êrîşê, artêşa Tirk gelek gundên gundewarên rojavayê Girê Spî bi çekên giran topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, di êrîşê malên sivîlan û nuqteyên leşkerên Hikûmeta Şamê yê li derverê bûn armanca êrîşan.

Di encama êrîşê malên sivîlan gelek zirar dîtin.

Vê sibehê, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, êrişên artêşa Tirk li dijî gundewarê Eyn Îsayê şkandin.

Di encamê de herî kêm 10 çete hatin kuştin, her wiha di hedefgirtina navenda navçeya Eyn Îsayê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Back to top button