Dagirkeran gundên Xeta Sacûrê yê bakurê Minbicê topbaran kir

Îro, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li xeta Çemê Sacûrê ya Minbcê topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên li gundê Qîrata yê bakurê rojhilatê Minbicê gundên li ser xeta Çemê Sacûrê topbaran kirin.

Navendê diyar kir ku topbaran ji saetên sibeha heta piştî nîvor dom kir û şênî ji tirsa topbaranê ji malên xwe derketin.

Navendê destnîşan kir ku di encamê de tenê ziyanên madî gihiştin milkên sivîlan.

Back to top button