MSD’ê komxebata xwe ya 5. li bajarê Reqayê li dar xist

Di çarçoveya komxebatên ku MSD’ê li dar dixe, îro komxebatek li bajarê Reqayê hat li darxistin.

Îro MSD’ê komxebata xwe ya 5’an bi slogana “Ji bo şêniyên Cizîr û Firatê ber bi kongreyeke neteweyî ve” li Reqayê li dar xist.

Rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê û gelek kesên din beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de rojevên mîna, diyalogên Sûrî-Sûrî, diyalogên bi muxalefetê re û diyalogên Kurdî-Kurdî hatin nîqaşkirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed di komxebatê de axivî.

Ilham Ehmed anî ziman ku MSD’ê ji bo guhartina Siyasî ji dstpêkê ve rêbazekî aştiyane pejirand û heya niha bi vê rêbazî didomîne.

Endamê Komîteya Rêveber ya MSD’ê Selam Hisên ji televizyona mere behsa armancên li darxistina mîna van komxebatan kir.

Back to top button