Îro serokên Yekîtiya Ewropa ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê gotûbêj dikin

Serokên dewletên YE wê derbarê tevgera Tirkiyê a li Derya Spî îro bicivin.
Beriya civînê daxuyaniyên ji bo piştgiriya Yûnanîstanê hatin dayîn.

Îro welatên Yekîtiya Ewropa derbarê nakokiyên Tirkiyê bi Qibris û Yûnanistanê re li deryaya Spî li hev bicivin û wê du rojan dewam bike.

Di civînê wê têkiliyên welatên Ewropa li gel Tirkiyê li derya spî bê nîqaşkirin.

Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel (Şarl Mîşêl) beriya civînê got ku ew piştgiriyê didin Yûnanistan û Qibrisê.

Serokê Qibrisê Nicos Anastasiades jî derbarê vekolandina Tirkiyê ya nerewa li ava welatê wî de, bang li welatên Yekîtiyê kir ku bi yek helwestê bersiva Tirkiyê bidin.

Serokwezîrê Yûnanistanê jî beriya civînê piştgiriya welatê xwe ji bo Qibrisê ragihand û banga ferzkirina cezayan li ser şirketên Tirk kir.

Roja Çarşemê jî wezîra karê derve ya Spanya lêgerîna Tirkiyê ya yekalî a enerjiyê red kir û piştgirî da Qibrisê.

Di van du rojan de serokên Yekîtiya Ewropa wê derbarê ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê nîqaş bikin

Back to top button