YJC’ê kongreya xwe a 4’mîn li Rimêlan li dar dixe

Îro bi dirûşmeya “Bi birêxistinkirina jinên ciwan, em dagirkeriyê tune dikin” Kongreya 4. a Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûna 550 delegeyan li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Di kongreyê de, rapora 2 salan a xebatê û perspektîfên rêber Ocalan ên girêdayî jinên ciwan û rola wan, hatin xwendin.

Di kongreyê de, wê rewşa jinên ciwan, danîna plansaziya kar a dema pêş û rêbazên şerê taybet ku dewleta Tirk ciwanan pê dike armanc, werin nirxandin.

Tê payîn, kongre, biderxistina hevpeymana yekîtiya jinên ciwan û jinûve-hilbijartina Meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan bi dawî bibe..

Back to top button