Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 48 kes bi corona ketin û 2 kes jî mirin.
Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku her du kesên mirî zilamek û jinek ji Til Temrê ne.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî..
- 22 li Reqa
- 14 li Kobanê
- 6 li Minbic
- 2 li Qamişlo
- 2 li Tebqa
- 2 jî li Dirbêsiyê
Mistefa diyar kir jî ku 3 kes ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyan re, jimara kesên ku li herêmê nexweş ketine, gihaşt 2 hezar û 46 kesan, 73 kes mirine û 516 jî baş bûne.