Teqîna Babê nêzî 95 kes hatin kuştin û birîndarkirin

Duh piştî nîvro erebeyeke bombebarkirî nêzî geraca bajarê Babê hate teqandin.
Di encamê de, 95 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku li bajarê Babê yê ku di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de ye, erebeye bombebarkirî nêzî mizgefta Osman hate teqandin.

Li gorî bîlançoya herî dawî, herî kêm 22 kes hatin kuştin û bêtirî 75 kes jî birîndar bûne.

Her wiha ziyaneke mezin gihîştiye cihê teqînê.

Piştî teqînê û ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê, şêniyên Babê xwepêşandaneke mezin li dijî dagirkeran li dar xist.

Back to top button