HPG: 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Li Heftanînê di encama çalakiyên sûîqestê yên gerîla de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 6’ê Cotmehê li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê çalakiyên sûîqestê hatin lidar xistin û di çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker 6’ê Cotmehê zeviyên gundê Beşîlî yê navçeya Bamernê ya herêma Metînayê, Qada gundê Fila yê herêma Zapê, gundê Hermûz yê qada Deşta Kafya ya herêma Garê û qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer bombebarankirin.

HPG’ê ragihand, ji ber bombebaranê ziyan li malên sivîlan bû.

Back to top button