Diyar Yûsif: Divê gelê Cîhanê û Rojhilata Navîn asta tekoşînê bo azadiya Rêber Ocelan bilind bikin

Endamê Rêveber ê Komîteya Azadiya Rêbertî Diyar Yûsiv diyar kir ku, ne tenê gelê kurd, divê hemû gelên Rojhilata Navîn û yên cihanê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.
Diyar Yûsiv da zanîn ku bi azadiya Ocalan, wê şer bi dawî bibe, aştî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêk were.

KCDK-E’ê roja 10 Cotmehê wek Roja Cîhanê ya Azadiya Rêber Ocalan ragihand.

Endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Diyar Yûsiv derbarê komploya navneteweyî de ya li dijî Rêber Ocalan pêk hatiye nirxandin kir.

Diyar Yûsiv diyar kir ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz pêkhatiye.

Yûsiv destnîşan kir ku armanca komployê, tecrîdkirina fikir û nêrînên rêbertî ye.

Diyar Yûsiv piştrast kir ku fikir û felsefeya rêbertî bi xwe re aştî li Rojhilata Navîn û cîhanê anî, ji lewra dixwazin dengê wî qut bikin û tecrîda girankir nîşaneya vê yekê ye.

Diyar Yûsiv destnîşan kir ku xwesteka azadiya rêber Abdullah Ocalan ne tenê li ser pişta gelê Kurd e, lê belê li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Endamê komîteyê da zanîn ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e.

Yûsiv anî ziman ku Divê gelên cîhanê û Rojhilata Navîn asta têkoşînê û berxwedanê ji bo azadiya rêbertî bilind bikin’

Endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Diyar Yûsiv di dawiyê de, teqez kir ku bi azadiya Rêber Ocalan ve wê şer bi dawî bibe aşîtî li Kurdistan, Rojhilata Navîn pêk bê.

Back to top button