Malbatên şoreşgerên Elman nameyek ji Merkel re şandin

Malbatên şoreşgerên Alman ên li Kurdistanê şehîd bûn nameyek ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re nivîsîn.
Malbatan bang li Angela Merkel kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re bîne.

Dayik û bavên pênc şoreşgerên Alman ku ji bo piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd çûn Kurdistanê û li wir şehîd bûn, ji Angela Merkel re nameyeke hevpar şandin.

Malbatan diyar kir ku zarokên wan bi dilê xwe çûn Kurdistanê, li wê derê ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de şehîd bûn.

Malbatan xwestin ku hikumeta federal di siyaseta xwe ya têkildarî Tirkiyê de guhertinên bingehîn bike û dawî li hevkariya bi dewleta Tirk bê anîn.

Malbat xwestin ku tavilê ambargoyeke berfireh a çekan li ser dewleta Tirk bê ferzkirin.

Her wiha bang hat kirin ku zexta hikûmeta Alman a li ser Kurdên li Almanyayê bi dawî bibin.

Malbatan li bîra Merkel xistin ku dadgeriya Belçîkayê biryar da ku PKK ji lîsteya terorê derxe û destnîşan kir ku Almanya divê xwe ji atmosfera salên 1990’î rizgar bike û dem hatiye ku siyaseta xwe ya têkildarî Kurdan biguherîne.

Navên herpênc şoreşgerên Alman ku di cih û demên cuda li Kurdistanê de şeîhd bûne wiha ne:

Ûta Schneîderbanger di 31’ê Gulana 2005’an de li Qeladizê di qezaya trafîkê de şehîd bû.

Îvana Hoffmann di 7’ê Adara 2015’an de li Til Temirê ya kantona Hesekê di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bû.

Jakob Rîemer di 9’ê Tîrmeha 2018’an de li Çarçelayê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bû.

Mîchael Panser jî di 14’ê Kanûna 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bû.

Konstantîn Gedîg di 16’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê di êrîşa hewayî ya dijî nexweşxaneyê de şehîd bû.

Back to top button