Li Mexmûrê, Meclisa Îştar peymana navbera Hewlêr û Bexdayê şermezar kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Meclîsa Îştar peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat xwendin.

Fadîle Tok di daxuyaniyê de anî ziman ku peymana ku di 9’ê Cotmehê de li ser gelê Şengalê hatî girtin, ji komploya girtina Rêbertî ne cûdatire; êrişa ku di 2014’an de li ser Şengalê pêk hatî, li ber çavên hemû cihanê pêkhat.

Tok bang li her 4 beşên Kurdistanê kir ku xwedî li hêza mirovatiyê derkevin û li dora fikrê Serok Apo bibin xelek.

Daxuyanî bi dirûşmêyên,‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

Back to top button