Projeyên qîrkirin û çêkirina rêyan li seranserê herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê dewam dikin. Desteya Şaredariyan a Kantona Şehbayê ji bo koçberên Efrînê û şêniyên kantonê gelek xizmet pêşkêş kirin.
Her wiha Şaredariya Gel a navçeya Şedadê jî dest bi projeya amadekirina stasyona 3’emîn a tasfiyekirina avê kir.
Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêdetir kirin û ji bo xizmeta şêniyan projeyên girîng pêk tînin.
Ji bo pêwîstiya navenda navçeya Şedadê û gundewarên wê ji avê bê peydakirin, Şaredariya Gel a navçeyê bi hevkariya bi Gerînendetiya Giştî ya Avê a kantona Hesekê, dest bi amadekirina stasyona tesfiyakirina avê kir.
Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Şedadê Husam El-Tean girêdayî mijarê got:
Niha stasyona tesfiyekirina avê ya 3’emîn li navçeyê tê amadekirin.
Dê bi vê yekê barê stasyona avê ya Hesekê kêm bibe, nexasim li gel qutkirina ava stasyona Elok a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve.
Ji ber tunebûna torên taybet ku avê digihînin malan, av bi rêya sahrîcên taybet ji stasyonên tesfiyakirinê digihêje şêniyan.
Xebatên şaredariya gel a Dêra Zorê
Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê, 14 treksên din şand gundewarên rojhilatê Dêrazorê da ku alîkariya xebatên rastkirin û firehkirina rêyan bikin.
Ev xebat di çarçoveya hemleya “Dest bi dest emê welat ava bikin” ku wê 30 rojî dewam bike, pêk tên.
Hevserokê şaredariya gel Dawud El-Xemîs weha got:
Xebatê traksan li ser 3 beşan e û li bajarokê Hecîn, Til El-Ciabî, heta Baxoz gundewarê rojhilatê Dêrazorê xebat kirin.
Di beşê 1’emîn de, dê tiştên li ser rêyan bên rakirin, ya 2’emîn, dê rê bên rastkirin û di beşê dawî de jî, ji bo destpêkirina qîrkirinê dê madeyek li ser rêyan bê belavkirin.
Fayiq Ehmed: Tevî derfetên kêm jî pêwistiyên şêniyan hatin bicihanîn
Hevserokê Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê Fayiq Ehmed diyar kir ku di mehên dawîn de ji bo bicihanîna pêwîstiyên şêniyan, xebatên girîng pêşkêş kirine.