Gelek welat û balyozxaneyên Ewropayê encamên civînên aliyên Lîbî pêşwazî kirin

Gelek dewlet û balyozxaneyên Rojavayî, encamên destpêkê yên civînên Komîteya Leşkerî ya Lîbî ku li ser derxistina çeteyan ji Lîbyayê li hev kiriye, pêşwazî kirin.

Şandeya Yekîtiya Ewropa ya bo Lîbyayê bi daxuyaniyekê teqez kir ku lihevkirinên Lîbî-Lîbî, pêngaveke pêkanîna aştiyê ye.

Balyozxaneya Brîtanî ya li Lîbyayê, lihevkirinên diyalogên Komîteya Leşkerî pêşwazî kirin û got:

“Pêk-hatina agirbest û aramiyê, tenê bi yekbûna gelê Lîbî pêk tê.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî destnîşan kir ku divê gelê Lîbî di rêya diyalogên Cinêvê re, teqeziyê bidin serweriya welatê xwe.

Li gorî Pompeo, divê hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin û bi taybet çeteyên dewleta Tirk û gelê Lîbî biryara çarenûsa xwe bide.

Duh şandeya NY ya li Lîbyayê, ragihand ku aliyên Lîbî li ser derxistina hemû hêzên biyanî li hev kir ku ev yek jî di nava 90 rojî pêk were.

Back to top button