Meclisa Girê Spî: Divê rûsyaya garantor li hember êrîşan bêdeng nemîne

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezza’ Mihemed bang li civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor kir, ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê rawestînin.

Hezza’ Mihemed êrîşên li ser gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê şermezar kirin û diyar kir ku ew li hember bêdengiya navneteweyî bi taybet Rûsyaya garantor, matmayî maye.

Mihemed got:

“Hewldanên dawîn ên çeteyan ji bo ku derbasî herêmê bibin û dengê topbaranê, şêniyên herêmê tirsandin.

Ji ber wê şênî tevî zarok û jinan, ber bi gundewarên bajarê Reqayê ve koçber dibin.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir, ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rê li pêşiya pêlên koçberiyê bigirin.

Di çend rojên dawî de, dewleta Tirk li xeta Til Temir û Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî, sivîl û malên wan topbaran kirin.

Di encamê de, zarokek şehîd bû û xaniyên şêniyên heremê xira bûn.

Back to top button