MSD’ê komxebata xwe ya 12’an li herêma Meamil ya Dêra Zorê li dar xist

Îro Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê komxebata xwe ya duyemîn li ser astê Dêrazorê li dar xist. Di komxebastê de Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb axivî û behsa aloziya Sûriyê kir.

Hikmet Hebîb anî ziman ku ji ber destwerdanên ji derve heta niha çareseriyek ji aloziya Sûriyê re nehatiye dîtin.

Lidarxistina komxebatên MSD’ê li bakur û rojhilatê Sûrî bi slogana “Ber bi kongreyeke nîştimanî ya şêniyên Cizîrê û Firartê ve” dewam dikin.

Îro jî komxebata xwe ya duyemîn li ser astê Dêra Zorê li navenda Meclisa Sivîl a Dêra Zorê li herêma Meamil li dar xist.

Nûnerên hemû eşîrên Dêra Zorê û gundewarê wê û hemû pêkhateyên wê di nav de gelek kes beşdar bûn.

Di komxebatê de mijarên diyaloga Sûrî-Sûrî, diyaloga bi hikumeta Şamê re, diyaloga Kurdî-Kurdî hatin nîqaşkirin.

Her wiha têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê de û pêşxistina beşdarbûnê û xebatên saziyên Rêveberiya Xweser jî hatin nîqaş kirin.

Hikmet Hebîb: Hikûmeta Şamê diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike

Di komxebatê de Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb axivî.

Hikmet Hebîb diyar kir ku diyaloga Sûrî-Sûrî pir girîng e ji ber ku gelê Sûriyê 10 sal in di aloziya Sûriyê de dijîn.

Hikmet Hebîb anî ziman ku heta niha çareseriyek ji aloziya Sûriyê re nehatiye dîtin ji ber ku ji derve gelek destwerdan tê kirin.

Her wiha di navbera aliyên diyalogê de jî gelek nakonkî hene.

Derbarê diyalogên bi hikumeta Şamê re jî Hikmet Hebîb ev nirxandin kir.

Hevdîtin bi hikumeta Şamê re pêk hatin, lê belê ev hevdîtin negihîştin asta dan û standinan.

Ji ber ku hikumeta Şamê wê yekê qebûl nake û diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike.

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de tekezî bi girîngiya diyaloga kurdî-kurdî ji bo çareserkirina doza kurdî jî kir û got,

Divê helwestên kurdî bibin yek, da ku yekitiya kurdî bê misogerkirin û rê li komployên navneteweyî yên tunekirina nasnameya Kurdan armanc dike, bigire.

Komxebat bi nîqaşên beşdaran ên girêdayî mijaran bi dawî bû.

Back to top button