Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Şêladizê û Dînartê yên girêdayî Dihokê bombebaran kir.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bidest ketin, di saetên êvarê de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sîte ya devera Rêkan û gundê Nehlê yê devera Zêbarî bombebaran kirin.
Têkildarî ziyanên canî ti zanyariyek zelal bidest neket, lê hate gotin di encama bombebaranê de ziyanek mezin bi jîngeha deverê ketiye.