Li Guatemala jimara kesên ji ber bahozê mirî 170 derbas kir

Bahoza Eta ya li naverasta Amerîka xistî, dawî li jiyana 170 kesî anî. Welatê herî zêde ziyan ji vê yekî dîtî jî Guatemala ye.

Bagera Etayê li 6 welatên Amerîkaya Naverastê da.

Serokkomarê Guatemalayê Alejandro Gîammateî got ji ber bagerê li gundên xwecih ên Guatemalaya bakur erd şemitiye û derdora 150 kesî miriye.

Gundê Queja yê li bakur Guatemal hema hema di bin erdê de ma.

Bagera Etayê li Panamayê 5, li Hondurasê 8, li Kosta Rîkayê 2, li Nîkaraguayê 2, li Salvadorê jî bû sedema mirina kesekî.

Li şeş welatan jî ziyana madî ya mezin çêbû.

Navenda Çavdêr a Bagerê ya DYA’yê (NHC) hişyarî da û got,

Baran ji ber bagera Etayê heta duşemê li hin herêman wê bobeltan bîne, bibe sedema ku çem rabin û erd bişeqite.

Bagera Etayê li welatên ku lê dayî bandor li ser sed hezaran kesî kir.

Back to top button