Rêveberiya Jinan a Reqayê semînerek li dar xist

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi boneya 25’ê Mijdarê bi silogana “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” semînerek hat dayîn.

Semîner li avahiya Rêveberiya Jinan a Reqayê bi beşdariya bi dehan jinan pêk hat.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Zehra El-Şelaş di semînerê de axivî.

Zehra bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî ku heta niha jî dewam dike.

Her wiha sînevîzyonek li ser tundiya li dijî jinan di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, hate pêşandan.

Dîmenên li ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve rastî tundiyê tên jî hatin nîşandan.

Di dawiya semînerê de, beşdaran têkildarî mijarê nîqaş kirin.

Back to top button