Serokê Fransa Emmanuel Macron piştî êrîş û dagirkeriya Azerbeycan û Tirkiyê ya li herêma Qerebaxê ragihand ew ji bo gel Ermen alîkariya mirovî bişînin herêmê.
Emmanuel Macron li koşka Elysee pêşwazî li şandeyeke Ermen kir û diyar kir ku ew bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re jî axiviye û ji bo çareseriyek guncaw li ser rewşa herêmê amadebûna xwe anî ziman.
Macron teqezî li ser wê yekê kir ku ew ê her li kêleka dostên xwe yên Ermen ên dîrokî bin.
Di nava şandeya Ermenistanê de, kesên navdar jî cihê xwe girtin.
Tevî van serdanan, lê heta niha hêrsa gelê Ermen a li dijî peymana di navbera Rûsya, Azerbeycan û Ermenistanê de bi dawî nebûye.
Şerê navbera Ermen û Azeriyan de, di dawiya meha Îlonê de dijwar bûbû.
Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên Azerbeycanê zêdeyî 400 kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî ji cih û warê xwe koçber bûn.