“Eger şerekî Kurdî-Kurdî rû bide, dê hemû destkeftî ji holê rabin”

Mamostayê Zanîngeha Helebçe Hoşmend Eta da xuyakirin ku hin dewlet dixwazin nakokiyan bixin nava Kurdan û agirê birakujiyê vêxin.

Hoşmend Eta da zanîn ku eger şer rû bide, dê hemû destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, ji holê rabin.

Rojnamevan Mehmûd Ebdulkerîm jî diyar kir ku niha Başûr di nava gelek qeyranan de ye, eger şerekî wiha rû bide; wê rewş hêj xirabtir bibe, lewre pêwîstî bi aştî û lihevkirinê heye.

Endama Serkirdayetiya YNK’ê Dilpak Tahir destnîşan kir ku lêdana zengilê şerê navxweyî, sûdê li partî û aliyî nake û got:

“Şerê navxweyî, tenê sûdê li dijmin dike, her wiha yên herî ziyanê dibînin jî; jin in.

Ji bo vê yekê, divê jinên di nava partiyên siyasî de li dijî hewldanên şer helwestan nîşan bidin.”

Li Silêmaniyê jî Jinên Ciwan li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê belavok belav kirin û welatî ji metirsiya rûdana şer hişyar kirin.

Back to top button