Gundên Girê Spî hatin topbarankirin, leşkerekî hikumetê birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Girê Spî topbaran kirin.

Artêşa dagirker vê sibehê gundên Qizelî, Xirbit Beqer, Korhesen, Erîda û embarên Qizelî yên rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir di topbarana li ser gundê Erîdayê de, leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûye.

Artêşa dagirker duh gundên Hoşan, Xalidiyê û Xwaringeha Seqir ên li rojavayê navçeya Eyn Îsayê ne jî kirin armanc.

Her wiha gundên Malikiyê, Meranaz, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şera ya Efrînê û gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê jî hatin topbarankirin.

Back to top button