Di çarçoveya kar û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî lihevkirina Bexda û Hewlêrê de, şandeyek bi şêwirmendê serokwezîrê Iraqê re civiya.
Şande ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) pêk hat.
Şande li Bexdayê bi şêwirmendê serokwezîrê Iraqê Haşim El Dawidî, wekîlê Ewlekariya Nîştimanî Hemîd El Şersirî û hinek rayedarên din yên Iraqê re civiya.
Li gorî ajansa Rojnews’ê, şandeyê ji rayedarên Iraqê xwestiye di demeke nêz de lihevkirina Hewlêr û Bexda ya li ser Şengalê were betalkirin û vîna xelkê Êzidî, bê naskirin.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku şandeyê diyar kiriye, ji bilî xebatên avakirina Şengal û vegera koçberan, ew hemû xalên din yên lihevkirina Hewlêr û Bexdayê red dikin.