Dozgerê Tirk derbarê Leya Guven de 25 sal cezayê hepsê xwest

Dozgeriya dewleta Tirk a dagirker derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven de bi hinceta endamê rêxistinê ye, ji gel re civîn çêkiriye, tevlî meşa bûye, heta 25 sal cezayê hepsê xwest.

Dewleta Tirk a dagirker careke din li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven kete nava tevgerê.

Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de ji 18 sûcan doz hene û dozgeriya dewleta dagirker, van dozan di dosyeyekê de gihandine hev.

Rûniştina doza Guven îro li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin.

Guven bi îdiayên “Rêxistin ava kiriye û birêve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “xelk beşdarî civîn û xwepêşandan kiriye, tevlîmeşan bûye tê darizandin.

Dozgerê dozê bi daxwaza cezakirinê biryara xwe eşkere kir.

Guven beşdarî rûniştinê nebû û parêzerên wê Serdar Çelebî, Cemîle Turhalli Balsak di rûniştinê de amade bûn.

Dozger îdia dike ku Guven li ser armanca “PKK-KCK’ê” xebitî ye û daxuyanî dane.

Dozgerê Tirk xwest Guven bi îdiayên “tevlî pergala rêxistinê ya hiyerarşîk bûye”, “ji rêveberên payebilind ên rêxistinê ferman girtiye” û ji sûcê “endamtiya rêxistinê” di navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan de cezayê hepsê lê were birîn.

Dozger tevî ku di beyanên şahid de ku gotiye ew Guven nas nake jî lê dîsa biryara cezakirinê daye.

Her wiha dozger ji du îdiayên “propagandaya rêxistinê” jî xwest 10 sal ceza li Guven were birîn.

Parêzerên Guven, li ber biryara dozger ji bo parastinê dem xwestin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û doz taloqî 21’ê kanûnê kir.

Back to top button