Ewropa Tevgera Gurên Boz qedexe dike lê serokê wê li Tirkiyê desthilat e

Tevgera Gurên Boz a nijadperestên dewleta Tirk li Kurdistanê navê xwe danîne li bin gelek komkujî û êrîşan.
Vê tevgerê li Kurdistanê bi hezaran kes jî êşkence kirine.
Lê ev rêxistina nijadperest heta niha li Ewropa bi awayekî eşkere tevdigerî.
Piştî ku Fransa û Awisturyayê ev tevger qedexe kir, niha Almanya jî ji bo qedexekirinê amadekariyan dike.

Gurên Boz

Dibe ku Ewropa ji ber êrîşê wan ên dundrew yên li Fransa, Awisturya û Almanyayê ji nû ve Gurên Boz nas kiribe..

Lê gelê Kurd taybet jî Kurdên Bakurê Kurdistanê vê rêxistinê baş nas dikin, nemaze di komkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, Roboskî, Sûra Amadê û jêrzemînê Cizîrê de.

Her wiha di dagirkirina Serê Kanî û Efrînê de jî.

Gurên Boz hişmendiya xwe li ser netewperestiyê ava kiriye û derveyê xwe hemû netewan weke dijmin dibîne, taybet netewa Kurd û Ermen.

Ev hêz ji dema avakirina komara Tirkiyê û heta niha, li Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran Kurd, Ermen, elewî û muxalifê dewletê kuştine.

Tevgera Gurên Boz ku ideolojiya Tirkiyê raber dike, navê xwe ji mîtolojiya ku netewperestiya Tirk li ser hatiye avakirin, digire.

Ji ber vê jî, hertim ji aliyê desthiladarên dewleta Tirk ve hatiye parastin û piştgiriya wî hatiye kirin.

Niha li Tirkiyê jî desthilatdar e.

Serokê vê rêxistinê Dewlet Bahçelî ye û li gel Erdogan bi rêya vê hişmendiyê, dewletê bi rê ve dibin.

Li hundir welat sînordar neman, li Almanya, Fransa û Awistiryayê jî xwe bi rêxistin kirine.

Li Fransayê dema êrîşî Ermenan kir, li Almanyayê jî êrîş birin ser Kurdan..

Her wekî li Viyane û Parîsê jî piştgirî dan çeteyên DAIŞ’ê û mirov dan serjêkirin.

Aniha rastiya wan baş derket holê…

Piştî van kirinên tundrew Ewropayê Fransa û Awisturya Tevgera Gurên Boz qedexe kir..

Almanya jî niha bi niyet e heman gavê bavêje û mijara qedexekirinê lêkolîn dike..

Weke destpêk gava van dewletên navborî, girîng e, lê pirs ew e, dewlet jî baş dizanin ku niha li Tirkiyê Gurên Boz ango AKP-MHP desthilat e.

Gelo ev yek wê çi qas bandorê li dîplomasiya di navbera dewletan de bike?

Ji aliyekî ve rêxistinê li welatên xwe qedexe bikin, ji aliyê din ve bi rêveberê vê rêxistinê re di nav danûstandinan de bin.

Ev yek wê çi qas cihê baweriyê be??

Back to top button