Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hisên Reşîd li Qamişlo hat oxirkirin

Diya şehîd Jiyan Efrîn di merasîmê oxirkirina kurê xwe de got, li ser hesabên ked û xwîna şehîdan peyman hene û bang li PDK’ê kir ku tev li planên qetilkirina gelê xwe nebe.

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  Hisên Reşîd (Jiyan Efrîn) yê di encama qezayeke trafîkê de gihaşt asta şehadetê bi merasîmekê li goristana Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo spart axê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Saroxan axivî û ev yek anî ziman:”Tevî peymanên agirbestê yên Tirkiyê bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine, lê artêşa Tirk a dagirker hîn jî êrişên xwe li ser  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û peymanan bin pê dike.”

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî diya şehîd Emîna Hisên hate kirin.

Diya şehîd jî axivî û wiha got: “Bi saya şehîdan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.”

Emîna Hisên di dawiya gotina xwe de ev yek got:

“Li  ser hesabên ked û xwîna şehîdan peyman tên îmzekirin, peymana di navbera Bexda û PDK`ê de ya bi sponseriya dewleta Tirk a li ser Şengalê mînake herî ber bi çav a vê yekê ye. Ji ber vê yekê divê PDK`ê hişyar bibe û tev li qetilkirina gelê xwe nebe.”

Cenazeya şehîd Jiyan Efrîn li goristana şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Back to top button