QSD’Ê 280 DAIŞ’Î RADESTÎ ME KIRIN

Artêşa Iraqê îdîa kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk di nava 4 rojên derbasbûyî de 280 çeteyên DAIŞ’î yên girtî radestî wan kirin.

Heta niha QSD’ê têkildarî mijarê ti daxuyanî nedaye.

Ajansa Nûçeya a Reutersê li ser navê fermandariya Artêşa Iraqê nûçe parve kir..

Li gorî îdîayê, Hêzên Sûriya Demokratîk roja Yekşemê 130 çeteyên DAIŞ’ê ku di nava wan de ên biyanî jî hene, radestî artêşa Iraqê kirine..

Ajans bi bîr dixe ku roja Pêncşema derbasbûyî jî 150 DAIŞ’î hatibûn radestkirin û radighîne ku hên ne-diyar e ka wê çeteyên biyanî li Iraqê bimînin yan na..

Heta niha mijar ji aliyê QSD’ê ve nehatiye piştrastkirin..

Lewam têkildarî daxuyaniya beriya çend rojan a rayedarên Iraqê, ji fermandarên QSD’ê Ednan Efrîn ragihand ku wan heta niha ti DAIŞ’î teslîmî Iraqê nekirine..

Leave a Reply

Back to top button