El-Sîsî li Fransayê bi Macron re hevdîtin pêk anî

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo çareseriya aloziyên li herêmê lihevkirin.
Herdu serokkomaran diyar kirin ku ew ê rê nedin binpêkirinên Tirkiyê yên li herêmê.

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî di serdana xwe ya ji bo Fransayê de bi serokomar Emmanuel Macron re derbarê hevkariya navbera herdu welatan de û çareseriya aloziyên li herêmê nîqaş kirin.

Îro duşemê, li paytexta Fransa Parîsê, herdu serokomar kongreyeke çapemeniyê li dar xist û behsa nîqaş û lihevkirinên navbera xwe de kirin.

Macron: Wê Fransa rê nede ti binpêkirinên Tirkiyê li herêmê

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron destnîşan kir ku hevkariya Fransa bi Misirê ji bo dosyayên li Rojhilata Navîn pir girîng e.

Derbarê binpêkirinên Tirkiyê li Deryaya Spî, Emmanuel Macron got ku wê Fransa rê nede ti binpêkirinên Tirkiyê li herêmê.

Li ser aloziya Lîbyayê jî, Macron diyar kir ku ew bi hemû hevkarên xwe re ji bo piştgiriya diyaloga siyasî di Lîbyayê de di xebatan de ne.

El-Sîsî: Me bi Fransayê re li ser pêşîlêgirtina siyasetên dijber li hev kir

Serokomar Misirê Ebdulfetah El-Sîsî jî axivî û got ku ew bi Macron re li ser hevkariya leşkerî ya hevbeş û pêkanîna mekanîzmeke navdewletî li dijî terorê nîqaş kirine.

Derbarê destwerdanên hin dewletan li herêmê, Ebdulfetah El-Sîsî da zanîn ku ew bi Fransayê re li ser pêşîlêgirtina siyasetên dijber li herêmê li hev kiriye.

Derbarê mijara Lîbî de, El-Sîsî got ku çareseriya siyasî ya giştî û derketina hemû çeteyan hêviya yekane ye ji bo dawîbûna aloziyê Lîbyayê.

Back to top button