Di xwepêşandana Ranyayê de 20 kes birîndar bûn

Xwepêşandana Ranyayê ku bi qasî sê saetan domand bi dawî bû,di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Di encama pevçûnan de nêzî 20 xwepêşander birîndar bûn û 20 xwepêşander jî hatin binçavkirin.

Di saetên êvarê de li navçeya Ranyayê welatî carek din li dijî nedana muçe û rewşa xiraba ya aboriyê dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwepêşandana ku bi qasî sê saetan berdewam kir de, di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de alozî derket. Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê û bombeyên deng êriş birin ser xwepêşanderan.

Di encama êrişa polîsan de nêzî 20 xwepêşander birîndar bûn û 20 xwepêşander jî hatin binçavkirin. Hate gotin hinek polîs jî birîndar bûne.

Xwepêşandana li navçeyê bi dawî hatiye.

Back to top button