Lonjîn û Rojîn piştî du sal û nîvan ji êşkenceyê, li beramberî fidiyê hatin berda

Piştî du sal û nîv ji revandin, êşkencekirin û tundiyê, li beramberî fidiyê her du xwîşkên Efrînî, Lonjîn û Rojîn hatin berdan.

Jina ciwan a bi navê Lonjîn Ebdo ya 25 salî û xwîşka wê Rojîn a 18 salî tevî bavê wan, 21 Hezîrana 2018’an ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li Efrîna dagirkirî hatin revandin.

Her du xwîşk di nava wan jinên ku li cem çeteyên bi navê Hemzat girtî, di dîmenekî ku 29’ê Gulana îsal de hat parvekirin, hate dîtin.

Lonjîn û Rojîn her du jî di nava komeke jin li girtîgeha Maratê hatibûn girtin.

Ew li beramberî fidiyê hatin berdan, lê çarenûsa bavê wan het niha jî nediyar e.

Back to top button