Di êrîşeke Artêşa Somalyayê li ser navendeke çeteyên Tevgera El-Şebab a Somalî de, 17 çete hatin kuştin.
Artêşa Somalî bi daxuyaniyekê ragihand ku duh li navçaya Seblalî li parêzgeha Şibêla Jêrîn hêzên El-Dnib ên Taybet operasyoneke leşkerî li ser navendeke çeteyên Tevgera El-Şebab pêk anîn.
Di encama operasyonê de, 17 çete ku di nav wan de, 3 serçete hêbûn, hatin kuştin.
Her wiha di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku artêşê 2 navendên Tevgerê jî bi rûxandin.
Berya niha jî, di heman mehê û li heman perêzgehê de, di encama êrîşên di navber çeteyên tevgerê û artêşa welat kuştî û birîndar çebibûn.



