Li Arjantînê bertekên li dijî kuştina jinan

Jinan li Arjantinê bertek nîşanî kuştina jinan dan û kuşka edaletê şewitandin, Her wiha polîsan bi xemsariya li dijî kuştina jinan sucdar kirin.

Li bajarê Mendoza ya Arjantînê, zarokek 14 salî ya bi navê Florencia Romano winda bibû û pişte mirî hatibû ditin.

Ev bûyer sedama bertek û xwepêşandanên jin û civakê.

Di van xwe pêşandanan de jinan, li dijî kuştina jinan kuşka edaletê şewitandin.

Pablo Ramón Arancibia yê 33-salî bi kuştina Florencia Romano-yê 14-salî hate tawanbarkirin.

Çapameniya Arjantînî ragihand ku kesê ku qîrînên Romano bihîstî gazî 911 kir, lê banga wî ji hêla polîs ve hate red kirin.

Li gorî nûçeya Sputnikê, tîmên ku li ser laşê Florencia Romano lêkolîn kirin, dîtin ku wê li dijî êrîşa zayendî li ber xwe da, dûv re qirika wê hate birîn û laşê wê hate şewitandin.

Back to top button