Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, ji bo gerîlayê HPG`ê Armanc Welat, merasîmeke xiyabî li dar xist.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Armanc bi nasnav Orhan Mihemed ku di 19`ê Cotmeha 2020`an li Heftanînê şehîd bûbû, li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa merasîmek pêk hat.
Kesên di merasîmê de axivînin sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelê Efrînê re, xwest.
Her wiha axaftvanan berxwedana Heftanînê silav kirin û bang li PDK`ê hate kirin ku li pey berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker neçe.
Piştî axaftinan, nasmameya şehîd Armanc Welat hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.